Birîtanya alîkariyê xwe dû qat bilind dike!

Birîtanya alîkariyê xwe dû qat bilind dike!

Rojava News: Serokwezîrê Birîtanya David Cameron got “Emê îsal alîkariyê ji bo Sûriyê zêdebikin û derxin dû qat a 2.3 mîlyar sterlîn.

Netewayê Yêkbuyî li Londona xwedîmaliya konferansa (danêrên Sûriyê)) piştgiriya penaberê Sûriyê dike ku ji bilî Brîtanya, Almanya, Kuwet, Norwêç 70 welat endamê wê ne.

Rojeva konferansê jî;  Ew kesên ku ji şerê navxweyîi yê Sûriyê tesîr bune di aliyê perwerde û derfetê kar de bêne piştgirîkirin û ji wan re derfet bêne vekirin bu.

David Cameron di derbarê rewşa penabera ji bo konferansê gotarek belavkir. Di gotarê de nêrînê xwe vekirin  û  dibêje; Pêviste nêzîkatiyeke nûh ji vê qeyrana mirovî re bê kirin. Ji bo pêdaviyê mirovî wek xwerin û niştegehan alîkariyên têne kirin pêviste bêne bilindkirin. Û herweha dibêjê îsal Brîtanya wê alikariya xwe 2.3 milyar strelîn yanî dû qat zêde bike.

Cameron herweha dibêje “Em dixwazin ew alîkarî bi teybet ji bo perwerde û pêvistiyê wan zarokê Sûriyê ku li Libnan, Urdun û Tirkiyê penaberin bê serfkirin.

Tê payinkirin ku Konferansa piştgiriya Penaberên Sûriyê îsal rêjeya alîkariya bilindtir bike.

11:19:03

Şanaz Emin