Birîtanya 3 hezar pênaber deresînor kir!

Birîtanya 3 hezar pênaber deresînor kir!

Rojava News: Hikumeta Brîtanya yê di navbera sale 2007 û 2015an de bi sedema metirsiya karê terorî 3 hezar gencê Efxanî, Îranî, İraqî, Libya û Sûriyeyî deresînor kir.

Wezareta Navxwe yê Brîtanyayê bi daxuyaniye kê gotibû “Me 1040 gencê Efxanî   Îranî, İraqî, Libya û Sûriyeyî bi sedema peyvendiyên li gel rêxiravê terorîstî deresînor  kiriye.  

Piştî wê daxuyaniyê Hikumeta Brîtanyayê dokumentên xwe yê di derbarê karê deresînorkirinê de serarastkirin û pêşkeşî ciwata xwe kirin.

Li gorî datayê herî dawî; Di navbera salê 2007-2015an de ji Efxanistanê 2 hezar û 18 kes,  ji Iraqê 667 kes, ji Îranê 68 kes, ji Libayê 4 kes, ji Sûriyê jî 1 kes bi sedemên metirsiyên terorî deresînor kirin.

10:50:41

Şanaz Emin