Nivîskarê ''Navê Gûlê'' Umberto Eco jiyana xwe ji dest da!

Nivîskarê ''Navê Gûlê'' Umberto Eco jiyana xwe ji dest da!

Rojava News: Nivîskar, zanyar, lekolîvan û rexnegirê navdar yê Îtalî Umberto Eco ku di nav lîsteya 100 entelektûlê cîhanê de cîh digirt doh jiyana xwe ji dest da.

Nivîskarê Îtalî Umberto Eco di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyê ku dihate dermenkirin jiyana xwe ji dest da.

Eco weke yek ji zanistê mezin ê sedsala 20an dihate qebûlkirin. Eco heta niha jiber karê xwe gelek xelatên navneteweyî girtine. Herwiha Îtalya, Elmanya û Fransayê jî xelata nîşana dewletê dane Eco.

Pirtûka nivîskar ''Navê Gûlê'' wergeriyaye ser gelek zimanên cîhanî û di tevahiya cîhanê de bi milyonan hatiye firotin.

Herweha Dardaroka Foucaultê jî gelek xelat wergirtin.  Girava roja berê, Goristana Pragê jî ji kitabî wê yê herî navdarin.

Umberto Eco li herêma Pîemonte bakurê  Îtalyayê di sala  5ê rebendana 1932  ji dayik bû. Di gênciya xwe de serokatî ji tevgereke Katolîkî re kiriye, û dibêje dema ku wî Tez a xwe ya zanîngehê li Ser Azîz Thomas amade dikir bîr û baveriya xwe ji xwedê re hûndakiriye.

Gotina Eco ya herî tê nasîn û weke etîketa Pirtûka ''Navê Gûlê'' ye jî; “Ji bo zilamekî ku gelek tirsiyayê wêrekiya herî mezin tirsa kesekî ku ji wî bêtir tirsiya ye”

Umberto Eco sala 2005ê di lîsteya mirovên entelektûl ê cîhanê de di rêza duwem de cîh girt.

 

10:06:40