Birîntanya ji peyvendiyên PYDê li gel rejima Sûrî ne raziye!

Birîntanya ji peyvendiyên PYDê li gel rejima Sûrî ne raziye!

Rojava News: Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Philip Hammond ragihand, welatî wî ji “kordinasyona YPGê, Artêşa Sûriyê û Rûsyayê” dilgiran e.

Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Philip Hammond li parlamentoyê Birîtanyayê daxuyanî da û acizbûna welatê xwe ya li ser “kordinasyona Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Artêşa Sûriyê û Rûsyayê” anî ziman.

Philip Hammond wiha got: “Delîlên kordinasyona hêzên kurdî (li Rojavayê Kurdistanê), li gel hêzên rejîma Esed û Rûsyayê nîşandin, cihê dilgiraniyê ne.”

Wezîrê Derve yê Birîtanyayê herwiha ragihad: “Rola hêza kurd li wê derê dilehîze birastî me gelekî aciz dike.”

10:20:50