Rojava News: Nivîsgeha Polîsên Ewropayê “Europol” hişyarî da ku ; " di nav wan dû sala de herî kêm 10 hezar zarokên penaber li Ewropayê winda bûne, û metirsiya herî mezin jî ewe ku bikevin nav destê qaçaxciyê mirovan û ew zarok bene neçarkirin ji bo koletiyê û kare zayendî."
Birêvebirê “Europol”ê Brian Donald ji rojameya Observer re daxuyanî da û got; “Em li 10 hezar zarokê hunda digerin, ji wana 5 hezar li İtalyayê 1400 jî li Sweydê hunda bûne.
Rêxistineke ne hikûmî ye kar li ser dijayetiya bazirganiya mirovan dike, eşkere dike ku gelek zarok hatin neçarkirin ku tawanan bikin û dest dirêjiya sêksî jî li wan tê kirin.
Li gorî Save the Children rêexistina sivîl; tene di sala 2015an de 26 hezar zarokan bê malbat xwe gihandine Ewropayê.
Şanaz Emin
