Amerîka: Êrişa çekdarî: 4 kuştî û 14 birîndar !

Amerîka: Êrişa çekdarî: 4 kuştî û 14 birîndar !

Rojava News: Li eyaleta Kansasa Amerîkayê karmendekî bi çekan êrişî hevalên xwe yên kar kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta Kansasa Amerîkayê karmendekî bi çekan êrişî hevalên xwe yên kar kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn, êrişker jî ji terefê polêsan ve hat kuştin.

Şerîfê Harvey Countyê T. Walton di civîna rojnamevanî de ragihand ku karmendekî febrîqeya amûrên gihaçinînê bi çekan bi awayê rasthatî gule baran kir, di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Walton di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Li ser îxbarê polês çûne febrîqeyê û êrişker kuştin, heke êrişker nehata kuştin, dibû kuştî zêdetir bibûna.'

Li gorî hinek çavkaniyên herêmî êrişker 38 salî ye û navê wî Cedric ford e û li febrîqeya ku êrişî kiriye dixebitî û dibe Ford demek berê ji febrîqeyê hatibe qewirandin.

Her wiha hefteya borî li Chicagoyê jî êrişeke çekdarî pêk hatibû û di encama êrişê de 6 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bibûn.