CENTCOMê: YPGê êrişî hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, kiriye!

CENTCOMê: YPGê êrişî hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, kiriye!

Rojava News: Amerîkayê îdia kir ku şervanên YPGê êrişî wan hêzên Sûriyê yên ku ji aliyê Amerîka ve tên piştevanîkirin, kirine û di vî warî de belge jî hene!

Fermandeyê hêzên navendî yên artêşa Amerîka (CENTCOM) Llyod Austîn derheqê şerê li dijî DAIŞê de agahî da Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî ya Senatoya Amerîkayê.

Llyod Austîn da zanîn, ji bo rizgarkirina wan dever û cihên ku di destê DAIŞê de ne, dibe ku pêwîstî bi hêzeke din hebe û got, ji bo vê jî me pêşniyarên xwe ji Pentagonê (Wezareta Berevaniya Amerîka) re pêşkêş kirine.

Wî rayedarê leşkerî yê Amerîka, derheqê vê yekê de ku gelo qesta wî ji hêzeke din, hêza bejahî ye yan na? got, ez nikarim niha li ser vê yekê tiştekî bêjim.

Fermandeyê CENTCOMê, derheqê hevkariya navbra YPG û Rûsyayê de jî got, hevkariya wan heye lê hevkariyek “ne şidyayî” ye.

Llyod Austîn, her wiha eşkere kir ku li gorî hinek belge û delîlan, YPGê êrişî wan hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, kiriye!

Ji aliyekî din, berdevkê Pentagonê Peter Cook, li ser daxuyaniyên fermandeyê CENTCOMê yên derheqê hevkariya YPG û Rûsyayê de axivî û got, eger ew hevkarî ziyanê bide wan hêzên ku şerê DAIŞê dikin, dê me dilgiran bike.

10:32:59