Rojava News: Berdevkê Putin di axaftinekê de got; mafê kesî tuneye ji bo pêşeroja gelê Sûriyeyê biryaran bistîne û bal kişand ser girîngiya parastina yekîtiya Sûriyeyê.
Berdevkê Çepemeniya Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov ragîhand ku ji bilî gelê Sûriyeyê mafê kesî tuneye ku derbarê pêşeroja wan de biryaran bistîne.
Peskov got: “Ya herî girîng bi taybet ji bo Rûsyayê parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê ye”
Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk ji Netewên Yekbûyî ku agahî daye Reuters’ê, hêzên mezin ên cîhanê têkildarî danûstandinên aştiyê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, dest bi lêkolînan dikin da ku Sûriyeyê dabeş bikin bi rengekî ku yekîtiya xwe weke dewlet biparêzin.
10:09:48
