Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihand, ew bi hemû awayî piştevaniya hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên bo çareserkirna kirîza Sûriyê dikin. John Kery herwiha got, pêwîst e qonaxa veguhêz li Sûriyê dest pê bibe.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got, ew dizanin gotûbêj gellek aloz in lê belê tekez kir, ku, çavên wan hemûyan li gotûbêjên Jenêvê ne
Kerry herwiha diyar kir, ku axivtnên Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ji bo neserkevtina danûstandinên Jenêvê bûn, lê ew dê li ser hewlên bo serkevtina gotûbêjên Jenêvê berdewam bin.
Kerry da zanîn, pîwîst e proseya siyasî berdewam be û qonaxa veguhêz dest pê bike û serokek nû ji bo Sûriyê were hilbjartin.
Wezîrê Derve yê Amerîka herwiha behsa agirbesta li Sûiyê kir û ragihand, gelê Sûriyê dixwaze agirbest li welatê wan berdewam be, lê Hikûmeta Beşar Esed agirbestê binpê dike.
John Kerry bal kişande ser wê yekê, ku eger navçe neyê aramkrin û şer neyê seknandin, îsal yan di di sala dahatî de dê xelkekî zêdetir koçberî welatên rojava bibin.
