Rojava News: Wezareta Derve ya Rûsya daxwaz ji civaka navdewletî kir ku çavdêriya sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê bike, daku Tirkiye nekaribe çekan ji çekdarên Dijbereya Sûriyê re bişîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand, pêwîst e sînorê Tirkiyê yê bi Sûriyê re ji aliyê civaka navdewletî ve bê kontrolkirin.
Maria Zaxarova daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kir, ku li gor biryarnameya 21 65 a Encumena Asayişa Navdewletî rê bide çavdêrên navdewletî li ser sînorê wî welatî yê bi Sûriyê re bikin.
Li gorî Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya, 18 deriyên fermî û nefermî navbera Tirkiyê û Sûriyê hene, lê Tirkiyê rê nade ti kesî ku çavdêriya hinek deriyên sînorî bike.
Marriya Zaxarova herwiha daxuyakirin, ku li sînorên navbera Tirkiyê û Sûriyê û bi navê alîkariyên mirovî, Enqere çek û teqemeniyan ji çekdarên Dijbereyê yên li dijî Hikûmeta Sûriyê re dişîne.
10:03:14
