Rojava News: Listîktiwanê stêrk yê Real Madrid û Tîma netewî yê Portekîzê Cristiano Ronaldo wêneyek bi ermanca alikariya zarokên Sûriyeyê li ser tora civakî belawkir ku herî kêm 200 milyon kes dişopîne.
Ronaldo hemen deme endamê dezgeha alikariya zaroka ya bi navê " Save the Children"e.
Ronaldo di sala 5mîn ya şerê Sûriyê de ew zarokên ku li nav xaka Sûrî ne jibîr nekir û ji bo wan bi Kurê xwe yê 5 salî re wêne girt û li gel zarokê Sûrî yê bi navê Ayman parvekir da carekedin zarokê bê gûneh yê Sûri bikevin rojeva cîhanê.
Ayman dema li gel malbata xwe di şevekê de reviyan sînorê Ûrdunê ji ber êşê û dîmenên şer yê nexweş dev ji axaftine berda bû, lê piştî ku " Save the Children"ê alîkarî da Ayman û derfet jêre vebû dest bi axaftinê û tevgerê kir. Ayman ji Ronaldo hizdikir weke wî wêneyekî topê kişandi bû û ew wêne giha deste Ronaldo.
Ronaldo ji bo carekedin bala cîhanê bikşînê ser za10:36:25ndora şer; wêneyêkî li aliyekî wêneyê Ayman û li gel kurewî yê 5 salî kişand û parvekir.
Ronaldo bi rêya " Save the Children" ta niha alîkariyên mezin ji bo zarokên Sûrî yê penaber û yên li nav xaka Sûrî kiriye.
