Artêşa Rûsya ji Sûriyê vedikişe!

Artêşa Rûsya ji Sûriyê vedikişe!

Rojava News: Di nûçeyek lezgîn de ku berî niha bi demekê Kirêmlêna Rûsya belav kirye, behsa wê yekê dike ku hêzên Rûsya Sûriyê bicî bihêle.

Di daxuyaniya Kirmlên de hatiye: “Serokê Rûsya Putin bi fermî ji Serokê Rêjîma sûriyê Bşar Esed re ragehandiye ku wê artêşa welatî wî Sûriyê bicî bihêle.”

Herwiha Putin ji Esed re gotiye: “Hêvîdarin ku gotûbêjin Cenevre bibin sedema ava kirina rewşeke baş li sûriyê.”

Di heman demê de Putin bi ferman der kirk u bêhtirê artêşa ji Sûriyê bikşîne.

Li gorî Berdevkê Kirmlên, piroseya vekişandina artêşa Rûsya ji sibe de dê dest pê bike. Ev pêngav bi ti şêweyî nedihat pêşbînî kirin.

Berî 5 mehan hêzên rûsya jibo beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibin berê xwe dan nav axa Rûsya, li çend baregehên leşkerî hatibû bicî kirin, ji wan baregehê ezmanî yê Himêmîm, ji wê baregehê bêhtirê operasyonên xwe pêtanîn.

Di civîna ku Wezîrê Bergirî yê Rûsya amadebû, Putin sedema vekişandina artêşa welatê xwe ji sûriyê bi wê yekê anî ziman ku, jiber Artêşa Rûsya bêhtirên armancên xwe bicî kirine. 

10:02:33