Rûsya: ‘Vekişandina me ji Sûriyeyê Esad qels nake

Rûsya: ‘Vekişandina me ji Sûriyeyê Esad qels nake

Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku vekişandina beşek artêşa Rûsî ji Sûriyeyê Beşar Esad qels nake.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di radyoyê Govorit Moskva de pirs bersivandin û ragihand ku vekişandina beşek artêş û hêza hewayî ya Rûsyayê ji Sûriyeyê Beşar Esad qels nake.

 

Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: ‘Dewleta Rûsyayê beşek ji artêş û heza hewayî ji Sûriyeyê vekişand û ev biryara vekişandinê wê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad qels neke.'

 

Berdevka wezaretê di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Hefteya pêşiya me Wêzîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry wê serdana Moskovayê bike û rojeva sereke ya serdana wî dê mijara Sûriyeyê be.'

 

Piştî ku dewleta Rûsyayê beşek hêz û artêşa xwe ji Sûriyeyê vekişand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry daxwaz kiribû ku serdana Moskovayê bike û bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinekê çêbike.