Rojava News: Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê John Kirby ragehanda, li Sûriyê piştîwaniyê li tu heremekî federal nakin. Herwaha got: ‘’Tişta ku em dixwazin bibînin, Sûriyêya yekbuyî û bê Beşar Esad e.’’
Kirby ragehand: ‘’Me piştîwanî li wê federaliya ku PYD herêmên bin kontrola xwe de li bakûrê Sûriyê ragehandiye nekiriye.’’
Îro John Kirby, di kongreyekî çapemeniyê, bersiva çend pirsên di derbarê ragehandina federaliya yek alî ya PYD ê li Sûriyê da û peymanên yekitî û yekpareyî ya axa Sûriyê bibîr anî û got: ‘’Em li Sûriyê piştîwan3i li navçeya xweser, yan jî nîv xweser nakin.’’
Berdevkê wezareta derve yê Amerîkayê amaje bi vê yekê kir, Amerîka li gel berbi pêşvebirina qonaxa gohertinên siyasiye ku, pişt bi danûstandinan ve girêdayî be û got: ‘’Tişta ku em xwezyarê dîtinê de, Sûriyeyekî yekgirtî ye ku Beşar Esad ne rêveberê be ye. Hikûmetek hebe ku hestyar be li hember hemû gelê Sûriyê. Sûriyeyekî yekgirtî ku pişt bi mezhebiyê ve girênade.’’
Kirby diyar kir, jibo geheştina wan armancan dem pêwîste û got: ‘’Em bawer nakin xoserî, yan jî nîvxweserî bersiv be.’’
23:46:38
