John Kerry: Hêvîdarim Newroz bibe destpêkeke baş ji bo gelan!

John Kerry: Hêvîdarim Newroz bibe destpêkeke baş ji bo gelan!

Rojava News: John Kerry, wezîrê derveyê Emerîkayê pirozbahîya Cejna Newrozê kir û ragehand, Hêvîdarim Newroz bibe xweşî bo wan gelên bîrwerîya evê rojê dikin.

John Kerry dibêje: Bi sedan hezar hevwelatîyên Emerîkayî û Îranî û Kurd, bîrewerîya evê rojê dikin, hêvîdarim Newroz wek wata ya nave xwe wê bibe destpêkeke baş.

Li dirêjahîya nameya pirozbahîyê, John Kerry  behsa rêkkevtina Etomîya Îraqnê kirîye û dibêje: Ev sal pêşveçûneka berçav di peywendîyên diplomasî de hatîye encamdan û em şîyayîn di çarçoveya danûstandinên dîplomasî de, bigehîn rêkkevtinê û dorpêçê li ser wî welatî rakin ku bi egera vejena etomî xistibûn ser Îranê, hêvdarin ev bûyerên hanê bibin behar û saleka nû.

Her sal bi hilkevta Newrozê, berpirsên Emerîkayê, piozbahîya cejnê li wan gelan dikin ewên bîrewerîya evê rojê dikin.

Li 21 Adarê, her sal gelê Kurd, Faris û pişkek ji gelên Rojhilata Navîn bîrewerîya cejna Newrozê dikin.