Rojava News: Li balafirgeha Zaventem a bajarê Brûksel a Belçîkayê du teqîn çêbûn û piştî teqînê karmendên ewlehiyê ji bo vala kirina geştyaran dest bi kar kirin.
Li gorî televîzyona neteweyî RTBY a Belçîkayê, di teqînê de herî kêm 31 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûne.
Ji encama evan peqînan rewşa asayîşa Biroksilê şuliqîn bi xwe ve dît. Hikumeta belcîkayê bi merema gêngeşekirina rewşê bi lez kombûnek encamda. Navendên Ewrûpayî bi selamtîya geştên asmanî hemû geştên Biroksilê hatin ragehandin.
Li Parîsê, Firankfort û Emistirdam û çend paytextên Ewrûpî rewşa neasayî li firokexaneyan ragehandin û rêkarên asayîşî tund girtine pêşîya xwe.
Hikumeta Biroksilê biryar dan supa û hêzên asayîşî li nav bajaran belav kirin.
Herweha daxwaz ji hevwelatîyan kir û ji mala xwe bimînin û nederkevin derve. Radîyoya RTBF belav kirk u hemû navendên giştî hevwelatî vegerandine malên xwe.
Serokê Firansayê, Firanso Oland, daxwaz ji berpirsên yekêtî ya Ewrûpayê kir, bi lez kombûna Yekêtîyê li Parîsê bihê encamdan.
