Belçika: Li taxa Tirkan bombe, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin girtin

Belçika: Li taxa Tirkan bombe, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin girtin

Rojava News: Li taxa Tirkan a bajarê Bruksselê hêzên polîs û hêzên ewlehiyê yên Belcîkayê dest bi operasyoneke berfireh kirin û di lêgerînên xwe de çend bombe, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê girtin.

Serdozgeriya Federal a Belcikayê ragihand, di operasyonên hêzên ewlehiyê yên Belcîkayê de li taxa Schaerbeek a Belcîkayê ku wek taxa Tirkan li vî bajêrî tê naskirin, çend bombeyên bi bizmar, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin dîtin û dest bi ser wan de hat girtin.

Serdozgeriya Federal a Belcîkayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da xuyakirin, ku piştî her 3 êrişên li balafirxaneya Zaventem û stasiyona Maelbeek a metroyê li bajarê Bruksselê, li her 4 aliyên welat û li gellek cihan operasyonên lêgerînê tên kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, yek ji wan cihên ku hêzên ewlehiyê li wir operasyon dan destpêkirin û dest bi lêgerînê kirin, taxa Schaebeek a bajarê Bruksselê ye, ku “di encama lêgerînê de çend bombeyên bi bizmar, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin dîtin.”

Îro 3 teqînên li bajarê Bruksselê yê paytextê Belcîkayê çê bûn û di encamê de 35 kes hatin kuştin û 170 kes jî birîndar bûn.

Piştre rêkxistina DAIŞê berpirsatiya êrişên Bruksselê li xwe girt.