Teror derbasî Amerîkayê bû

Teror derbasî Amerîkayê bû

Rojava News: Li Balafirgeha Navnetewî ya Hartsfield-Jackson a ku li Atlantaya Amerîkayê ye, tirsa pakêta bi guman hate jiyin.

Daxuyaniya ku ji ser hesaba medyaya civakî ya balafirgehê hate dayîn eşkere kir ku li ser îxbara pakêteke bi guman, hêzên ewlehiyê rêwiyên termînalên bakur û başûr tehlîye kir. 

Piştî lêkolîna pisporên bombeyê, ji pakêtê teqemenî derneket û rêwî ji nû ve derbasî termînalê bûn.

Her wiha do jî li Amerîkayê, li Balafirgeha Navnetewî ya Denverê, ji ber pakêteke bi guman, demeke kin termînal hatibû valakirin.