Pûtîn pîrozbahî li Esed kir

Pûtîn pîrozbahî li Esed kir

Rojava News: Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn ji ber derxistina bajarê kevnar û dîrokî yê Palmîra ji destê çekdarên DAIŞê, pîrozbahî li Seorkê Sûriyê Beşar Esed kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Sûriyê, îro yekşemî 27ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Sûriyê Beşar Esed kir.

Vladimir Pûtîn di vê pêwendiya telefonî de ji ber kontrolkirina bajarê kevnar û dîrokî yê Palmîra (Tedmur) ji aliyê Artêşa Sûriyê ve pîrozbahî li Serokê Sûriyê Beşar Esed kir..

Li gor vê daxuyaniyê, Esed ji Pûtîn re gotiye: “Ev serkevtina mezin a Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Hêza Esmanî ya Rûsya bi dest hatiye û destkevtek mezin e him ji Sûriyê re û him ji mirovahiyê re.”

Ji aliyekê din ve hat gotin, ku Pûtîn herwiha piştgîriya berdewam a Rûsya bo Artêşa Sûriyê di şerê li dijî terorê de dubare kir.

Îro Artêşa Sûriyê bi fermî kontrolkirina bajarê Palmîra û derxistina wê ji destê çekdarên DAIŞê ragihand.

Di meha 5 a sala 2015ê de DAIŞê piştî êrişên berfireh bajarê Palmîra kontrol kir û piştre beşek ji şûnwarên dîrokî yên hezaran salî li wî bajêrî rûxandin.

Palmîra bi qsî 215 km ji Şam a paytextê Sûriyê dûr eû çar parêzgehên Sûriyê bi hev re girê dide.

11:27:51