Li Koşka Spî êrîş!

Li Koşka Spî êrîş!

Rojava News: Li Washington a paytextê Amerîkayê li koşka Spî êrîşeke çekdarî pêkhat, polîsek birîndar bû û Koşka Spî ji hatûçûnê re hate girtin.

 

BBCyê ragihand, di Kongreya Amerîkayê de gulle hatine reşandin û ji ber wê avahiya Kongreyê hatiye girtin û ji kesên tê de hatiye xwasin, ku li cihekî penah bigirin û xwe biparêzin.

 

Herwiha BBCyê da xuyakirin, ku bînaya Koşka Spî hî ji ber gefên ewlehiyê hatiye girtin..

 

Herwiha di encama gullereşandinê de polîsek ji milê xwe ve birîndar bûye.

 

Ev bûyer di demekê de ye, ku Senato ya Amerîkayê bi awayeke fermî tatîl e û endamên Encumena Nûneran a Amerîkayê jî li bajar û deverên xwe ne.