Qibris: Balafireke rêwiyan a Misrê hat revandin

Qibris: Balafireke rêwiyan a Misrê hat revandin

Rojava News: Balafireke rêwiyan a Misrê ji aliyê kesekî çekdar ve hat revandin û li Qibrisê danî. Hat zanîn ku ew kesê ku balafira rêwiyan a Misrê revandiye, tevahiya jin û zarokên di nav balafirê de berdaye.

Şîrketa geştên hewayî ya Misrê, Egypt Air li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihadiye, ew kesê ku balafir revandiye razî bû tevahiya rêwiyan bi taybet jin û zarokan berde. Niha tenê tîma pîlotan û 4 rêwiyên biyanî di nav balafirê de mane.

Herweha kesê ku balafir revandiye xelkê ji Libyayê  ji bo hevjina xwe ya bere ku Qibris li aliyê Rum a dijî nameyek nivîsandiye.

Tê payinkirin ku ne kiryareke terorîstiye bêtirî xwe bi pirsgirêkê xwe re peyvendîdare.

Hat zanîn hevjina wî jî hatiye balafirgehê da alîkarî bide hêzên ewlehiyê.

Ji aliyekî din, hikûmeta Misrê ragihand, ew kesê ku balafir revandiye, ji pîlotan re gotibû “min kembera bombekirî girêdaye” û bi vî rengî balafir revandibû.

Îro danê sibê, balafireke rêwiyan a Misrê ku ji paytext Qahîrê diçû bajarê Iskenderiyê yê Misrê, di nîvê rê de berê xwe dabû Qibrsê.

Li gorî agahiyan, balafira han, ku derdora 80 kesî tê de ne, li balafirgeha Larnaka li Qibrisê daniye. Hat gotin ku dora balafirgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Qibrisê ve hatiye girtin.