Rojava News: Nûnerê Komara Qerebaxê Dawid Babayan ragihand ku em jî wekî Herêma Kurdistanê daxwaza serxwebûnê dikin.
Li gorî nûçeya Rudawê Nûnerê Komara Qerebaxê Dawid Babayan ragihand ku bê çawa Herêma Kurdistanê dixwaze ji Iraqê veqete û serbixwe bibe, em jî wekî Kurdistanê ji bo welatê xwe heman tiştî daxwaz dikin.
Li Qerebaxê ev 3ê roj in di navbera hêzên ermenî û azerî de şer û pevçûne. Li gorî daxuyaniyên fermî 18 leşkerên ermenî û 12 leşkerên azerî di şer û pevçûnan de hatin kuştin. Her wiha Azerbeycanê îro bi yekalî agirbest ragihand, lê li gorî çavkaniyên herêmî pevçûn hê jî didome.
Dawid Babayan di derbarê bûyeran de agahî dan û got: ‘Ji b ovan pevçûnan divê Tirkiye were şikayetkirin, lewma piştgiriya Azerbeycanê dike û hinek grûbên radîkal şandine herêmê. Dema ku şer dest pêkir, artêşa Azerbeycanê herêma ku zarok lê bûn da ber bombeyan û di bombebaranê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Me jî bersiveke tund da Azerbeycanê û derbeyên giran li 15 tank, 2 helîkopter û li leşkerên wê xistin.'
Em naxwazin bi Azerbeycanê ve werin girêdan
Babayan di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Em jî wekî Kurdistanê ku dixwaze ji Iraqê veqete û bibe serbixwe. Ji bo vê em naxwazin têkevin bin desthilatiya Azerbeycana zordar. Em ê ji bo serxwebûn û mafên xwe bixebitin.'
11:09:40
