Azerbeycan:'Divê leşkerên ermenî ji nav axa azeriyan derkevin'

Azerbeycan:'Divê leşkerên ermenî ji nav axa azeriyan derkevin'

Rojava News: Wezîrê Derve yê Azerbeycanê Elmar Memmedyarov ji bo çareseriya pirsgirêkeke siyasî û cidî ya Qerebaxê divê leşkerên ermenî ji nav axa azeriyan ya dagirkirî derkevin.

Wezareta Derve ya Azerbeycanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, wezîr Memmedyarov bi Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re bi rêya telefonê axaftinek kir, Memmedyarov di axaftina xwe ya bi Mogherini de got, artêşa Ermenîstanê di xeta cephe de êrişî sivîlan kir û di encama êrişê de gelek sivil hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Elmar Memmedyarov di berdewamiya axaftina xwe ya bi nûnera Ewropayê de got: ‘Sedema zêdebûna gengeşê, hebûna derqanûnî ya artêşa Ermenîstanê ku li ser axa Azerbeycanê ye. Ji bo dawîbûna şer û pevçûnê pêşî divê hêzên ermenî axa azeriyan biterikînin.

Ji aliyê din ve Wezîrê Azerbeycanê ragihand ku ji bo çareseriya krîzê divê pêvajoyeke siyasî û cidî were destpêkirin.