12:49:03
Rojava News: Berdevkê Artêşa Amerîkayê Steve Warren ragehand ku, qonaxa yekemîn ji operasyonên li dijî DAIŞê bi awayeke serkeftî bi dawî hat.
Derbarê lawazbûna DAIŞê û bi dawîbûna qonxa yekem ji operasyonên Hevpeymaniya Navedewletî li dijî DAIŞê, Berdevkê Artêşa Amerîkayê Steve Warren ji ofîsa xwe ya li Bexda yê, daxuyniyek bo rojnamevana belav kir, tê de tekezî li ser, lawazbûna DAIŞê û bidawî bûna qonaxa yekê ji operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî kir.
Warrin da zanên ku, piştî lawazbûna DAIŞê ew dê dest bi têkçûn û şkestina wî bikin ji ber ku, hê hinek navçe di bin kontirolkirina wê rêxistinê de mane.
Ji aliyê xweve Serokê Amerîkayê Barak Obama aşkere kir ku, wan gelek zanyarî ji serkirdeyên DAIŞê yeên ku, berî niha hatibûne girtin wergirtibûn.Obama tekezî li ser berdewamiya şerê li dijî DAIŞê kir.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê ji pêhtirî 60 welatan pêktê.
