Ji bo jinûavakirina Sûriyê 180 milyar dolar pêviste!

Ji bo jinûavakirina Sûriyê 180 milyar dolar pêviste!

12:21:34

 

Rojava News:  Serokê Banka Navdewletî Jim Yong Kim ragehand ku, buhayê jinûavakirina Sûriyê 180 milyar dolare.

Derbarê vê mijarê Serokê Banka Navdewletî Jim Yong Kim di çarçoveya civînên Banka Navdewletî de bo rojnamevanan daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Em bi hêvîne ku, aliyên pêwendîdar li Sûriyê derbarê proseya aştiyê li wî welatî bighene rêkeftinekê."

Jim Yong Kim da zanîn ku, bihayê jinûavakirina Sûriyê piştî bidawîbûna şer hetanî ku ew welat vegerê mîna berî şer destpê bike 180 milyar dolare.

Serokê Banka Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir ku, bandora kirîza Sûriyê li ser aboriya Ewropayê û ya cîhanê jî pir xirabe, aşkere kir ku, çareserkirina pirsa penaberan salane pêwîstî bi 20 milyar dolare.

Ev zêdeyê 5 salane şerê li Sûriyê destpê kirye û heta niha jî berdewame, di encama wî şerî de 275 hezar kes hatine kuştin, bi milyonan kes koçberbûne û bi dehên bajar hatine wêrankirin û bi hezaran kuştî û birîndar hene.