Papa ji bo pirsgirêkên penaberan çû Girava Midîlliyê!

Papa ji bo pirsgirêkên penaberan çû Girava Midîlliyê!

11:18:04

 

Rojava news: Serokê Alema Katolîk yê Ruhanî Papa Francîs, ji bo pirsgirêken tendurîstî, cih û sosyal yê penaberan çû Girava Midîllî ya Yunanîstanê.

Serokê Alema Katolîk yê Ruhanî Papa Francîs ji bo bi penaberan were cem hev û bi wan re hevdîtinan pêk bîne çû Girava Mîdîllî ya Yunanîstanê.

Di nava du rojan de, 4 hezar penaber ji mirinê hatin rizgarkirin

Papa li balafirgehê ji aliye Serokwezîr Aleksandir Çîpras û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.

Papa piştî hevdîtinên xwe yên fermî derbasî kampa Morîa ya penaberan bû. Hate gotin ku mijara hevdîtinan pirsgirêkên tendurîstî, cih û sosyal yê penaberan e

Ji aliye din li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Atînayê ji bo piştgiriya bernameya bicihkirina penaberan ya li welatên Awrûpayên wê 10 penaberan bi xwe bibe Watîkanê. Hate gotin ku Papa penaberên ku wê bi xwe re bibe Watîkanê dê ji nava penaberên nexweş astengdar û yetam û sêwî hilbijêr e.