Amerîka: ‘Iraq di nava kurd, şie û sune de bûye sê perçeyên cuda'

Amerîka: ‘Iraq di nava kurd, şie û sune de bûye sê perçeyên cuda'

 

12:51:57

Rojava News: Ceneralê Xanenîşînî yê amerîkî Raymond Odierno ku maweyê 4 salan fermanderê Hêzên Amerîka bû li Iraqê, amaje bi wê yekê kir ku, Iraq yekperçebûna xwe ji dest daye.

Odierno ji ajansa Fox News re ragihand ku ji bo têkşikandina rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê pêwîstî 50 hezar leşkerî ye, ne merce ku hemû amerîkî bin, lêbelê girînge ku ew ji welatên hevpeymaniyê bin.

Bi gotina pisporên leşkerên Amerîka, Raymond xwedî planek leşkerî û serkeftîbû li Iraqê, çavkaniyek jî dibêje: ‘Raymond gotiye, heke Iraq bimîne yekperçe ji bo me baş e, lêbelê divê em zanibin niha Iraq 3 navçeyên cuda ne, kurd, şie û sune, Iraqa yekperçe dawî lê hatiye.'

Piştî piroseya azad kirina Iraqê ji aliyê Amerîka ve di sala 2003an de, her du cenêral David Petraus û Raymond Odierno wek du fermandeyên serbazî Amerîkî li Iraq û cîhanê hatin nas kirin.