Li Komara Afrîkaya Navîn 10 hezar "leşkerên zarok" hene

Li Komara Afrîkaya Navîn 10 hezar "leşkerên zarok" hene

Rojava News: Hat diyarkirin ku li Komara Afrîkaya Navîn bi destê komên çekdar 10 hezar zarok xistine leşker.

Di rapora "Save The Children" a saziya civaka sivîl a Îngiltereyê da hat destnîşankirin ku hêzên Neteweyên Yekbûyî li welêt hene lê belê dîsa jî 10 hezar zarok wek leşker hatin bikaranîn.

Di rapora bi navê "Dafikên li herêma şer" da hat eşkerekirin ku ji sala 2012an vir da li Komara Afrîkaya Navîn hejmara qîz û xortên ji 18 salî piçûktir ên ku di şer de wek leşker tên bikaranîn 4 qatî zêde bû.

Di raporê da hat diyarkirin ku hinek ji wan zarokan bi zorê hatine revandin, hinekên wan bi zorê kirine leşker, hinekên wan bi pereyan hatine girtin, hinekên wan jî bi sozê parastinê û ziktêriyê xistine leşker.

Saziya civaka sivîl a ku li ser mafên zarokan xebatên navneteweyî dike destnîşan kir ku hin zarokên 8 salî amûran dibin û tînin herêmên şer û ev zarokana gelek caran rastî tundiya derûnî û bedenî ya kesên mezin tên.

Saziyê hişyarî da rayedaran û diyar kir heke ku mudaxeleyî vê rewşe nekin dibe ku gelek zarokên din jî bi zorê bikin leşker. Dibe ku hejmara zarokên ku nikarin herin xwendingehan, kesên ku nikarên ji xwe ra kar bibînin zêde be û ev jî ji bo ewlehî û îstiqrara welêt xetereyeke mezin e.

Li Komara Afrîkaya Navîn heta niha di şerê navbera Selekayên misliman û Antîbalakayên xiristiyan da ji 3 hezarî zêdetir kes mirin. Li gor Komiseriya Bilind a Penaberan ya NYyê da hat eşkerekirin ku ji ber bûyerên tundiyê heta niha 850 hezar kesî cî û warên xwe terk kir.