David Cameron: Herî kêm 25 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin!

David Cameron: Herî kêm 25 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin!

Rojava News: Di kongireyekî rojnamevanî hevbeş de ligel Serokê Amerîka Barak Obama ku, di 22 Nsanê birêveçû, Serokwezîrê Birîtanyayê çend zaniyariyên nû derbarê têkşikandina çekdarên DAIŞê de eşker kirin.

Serokwezîr Brîtanya David Cameron got: “Amerîka û Brîtanya di çarçoveya Hevpeymaniya NAvdewletî li dijî DAIŞê de dê berdewam bin li ser şerê li dijî DAIŞê.”

Herwiha got: “Heta niha di encama wê cengê de li dijî DAIŞê, Hevpeymana Navdewletî 25 hezar endamên DAIŞê kuştine û em dê berdewambin di vê cengê de ku me ew li dijî DAIŞê destpêkirye.”