Obama li beranber Pûtîn dilgiraniya xwe nişan da!

Obama li beranber Pûtîn dilgiraniya xwe nişan da!

11:41:25

 

Rojava News: Serokê Amerîka Barak Obama tekez kir ku çareseriya siyasî baştirîn çareseriye ji bo kirîza Sûriye ye, û amaje bi yeke kir ku ew her dilgiran e ji ber tevgerên serokê Rûsiya û kiryarên wî li Sûriyê, û tekez kir ku divê Rûsiya zanîbe ku çareserî li Sûriya ne  leşkerî ye.

Obama di kongireke rojnamevanî de li gel serokwezîrê Birîtaniya Davîd Cameron  diyar kir ku ji bilî çareseriya siyasî û aştiyane  tu rêkeftinên din li Sûriyê pêşnakevin.