Obama: Hewl ên me dê berdewam bibin bo ji navbirin a DAİŞê

Obama: Hewl ên me dê berdewam bibin bo ji navbirin a DAİŞê

13:06:13

 

Rojava News: Serokê wîleyetên Hevgirtî yên Emerîkayê, ragehand, hewl ên me bo ji navbirin a DAİŞê dê bedewam bibin, amaje bo ewê jî kir, Elmanîya endamek a karaye di şerr ê dijî Daişê.

 

Di kongireyek a rojnamevanî de li gel Encîla Mêrkil, rawêjkar a Elmanîyayê, serok ê Emerîkayê, Barak Obama ragehand: Sûpasî ya hewl ên Emanîya dikin di çarçove ya hevpeymanî ya şerr ê dijî DAİŞê, endamek a gelek karaye û berdewame ji harîkarî ya serbazî û meşqdan a hêz ên serbazî yên Îraqê  bo ji navbirin a DAİŞê.

 

Li ser hêriş ên asmanî bo ser DAİŞê, Obama amaje bi wê yekê kir: Me heriş ên asmanî bo ser Daişê zêdekirine, hewl ên me jî di berdewamin bo ji navbirin a DAİŞê bi yekcarî.

 

Obama behs a ewê jî kir: Mijarek a dî ya giring ku li gel Mêrkilê tekez li ser kirîne, zêdekirin û veguhartin a zanîyarî yên saloxvanî ne di navber a Emerîkayê û Elmanîyayê de, bo pûçkirin a pîlan ên Daişê li Ewrûpayê.

 

Ev di demekê de ye Obama, di çend roj ên bûrî de, serdan a her yek ji welat ên Birîtanîya û Seûdîye kiribû û li gel berpirs ên herdû welatan behs a şerr ê dijî DAİŞê kiribû.