10:45:24
Rojava News: Li paytextê Ermenîstanê li Yerîwanê di nava otobêsa gel de teqîn çêbû û di encama teqînê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.
Wezareta Rewşa Lezgîn di daxuyaniya xwe de got, di otobusê de teqîn çêbû û di encama teqînê de ji 8 kesên di otobusê 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e.
Di teqînê da camên avahiyên derdorê şikestin.
Midurê Ewlehiyê Vladimîr Gasparyan ragihand ku sedema teqînê tê lêkolînkirin. Berdevkê Serokomar Serj Sarkisyan jî diyar kir ku li paytextê Yerîwanê telîmat hat dayîn ku tevdîrên ewlehiyên zêdetir werin girtin.
