12:13:12
Rojava News: Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê dîsa hemwelatiyên xwe hişyar kir û ragihand ku xwe ji herêmên turîstîk ên nasyar dûr bigrin.
Balyozxaneyê di malpera xwe ya înternetê de bi zimanê ingîlî peyamek weşand, balyozxaneyê di peyamê de got:'Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê hemwelatiyen xwe yên amerîkî ji bo neçûna cihên turîstîk ên nasyar wan hişyar dike, lewra li gorî agahiyên bi ewle grûbên terorîst ji bo êrişan li ber fersendê ne.
Balyozxane dixwaze bi bîra we bîne ku ew grûbên terorîst dixwazin hemwelatiyên amerîkî hedef bigrin. Divê hemwelatiyên amerîkî xwe cihên qelebalix û ji cihên turîstîk ên nasyar dûr bigrin û li hemberî metirsiyan şiyar bin.
