Libya: di şerê navbera qeçaxçiya û penaberan de 15 kes mirin!

Libya: di şerê navbera qeçaxçiya û penaberan de 15 kes mirin!

11:35:44

 

Rojava News: Li Libya bajarê Benî Welîdê di navbera koçberan û qaçaxçiyên mirovan de şer derket. Herî kêm  15 koçber mirin.

Di şerê ku di navbera keçaxçiyê mirova û xelkê sivil de derketiye de ji 15 kesên ku mirine 12 xelkê Misrî bne û 3 kes jî welatiyên Lîbyayê ne.

Wezareta Karên Derve a Misirê jî daxuyaniyek da û da zanîn, ku di navbera koçberên Misirî û qaçaxçiyên mirovan ên Lîbyayî de şer derketiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin 12 heta 16 welatiyên Misirê jiyana xwe ji dest dane.

Li  heman bajarî berî niha jî gelek cara şer û pevçûn di navbera qeçaxçiyan û xelkê ku dixwazin biçin welatê Ewropa yê de derketiye.