Rojava News: Rûsyayê 4 ton alîkariya mirovî daye bajarê Hema yê Sûriyeyê.
Berdevkê Navenda Çavdêrîya li Agirbesta Sûriyeyê, Albay Sergey İvanovî dîyar kiriye ku leşkerên Sûriyeyê li gundê El Jinan xwarin, ar û garis belav kirine. Ji bo zarokan jî piskewît û çeqolat belav kirine.
Gundê navborî di navbera Hem'a û Selamîyê de ye ku ew rêyrka terorîstan e. Melayê mizyefta Jinanê Abdullah El Caferî gotiye gundê wan bi tenê du kîlometreyan ji bingehên El Nûsrayê dûr e. Ji ber wê gelek caran terorîstan êrîşî wan kiriye.
