Wasington dê insiyatîfekê bo agirbestê pêşkêş bike

Wasington dê insiyatîfekê bo agirbestê pêşkêş bike

Rojava News: Peyvdarê bi navê wezareta karê derve ya Amerîkî John Kirby ragihand ku welatê wî niha pêwendiyan dike, ta ku insiyatîvekê bo agirbestê li Sûryê dike.

 

Kirby domand ku wezîrê karê derve Con Kêrî pêwendî li gel şandeyê navnetewî bo Sûriyê “Stîfan Dî mistora”re û serokê destaya gotûbêjan ya Opozisyona Sûrî “Riyad Hicab”kirine.

 

Herweha di daxuyaniya Wezareta karê derve  de hat : “Em kar dikin li ser pêşkêşkirina insiyatîvên diyar bo rawestandina şer li Sûriyê, û rakirina nakokî û nearamiyê di welat de, û em hêvîdar in ku nêzîk encam derkevin”.