Nerwic 60 leşkerî rêdike Sûriyê

Nerwic 60 leşkerî rêdike Sûriyê

11:26:15

 

Rojava News: Bi armanca piştgirî û perwerdeya çekdarên Opozîsyona Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê welatê Nerwicê 60 leşkerên xwe rêdike wî welatî.

 

Derbarê rêkirina wan leşkeran de, Serowezîra Nerwicê Aerna Sulbaerg di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku, welatê wê bi armanca perwerdekirina çekdarên opozîsyona Sûriyê û piştevaniya wan di şerê li dijî DAIŞê dê 60 leşkeran rêbike wî welatî, di navde jî endamên hêza taybet hene.

 

Sulbaerg da zanîn ku, bo rêkirina wê hêzê pêwîstiya hikumeta wê bi biryara Parlamentoyê ye. Aşkere kir ku, ew hêz dê li Urdinê cih bigrin.

Berî niha welatê Nerwicê 150 leşkerên xwe şandibûne Iraqê jî.

Şandina çekdarên Nerwicî di demekê de tê ku, di meha borî de jî Amerîkayê 250 leşkerên hêza xwe taybet bi armanca piştevaniya hevpeymanên xwe, rêkirin Rojavayê Kurdistanê.