11:03:31
Rojava News: Serokê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov yê ku niha pêşwaziya nûnerê taybet yê NY Staffan Di Mistura dike, ragihand ku hindik ma ku agirbest li Helebê bê ragihandin.
Lavrovî ragihand ku 90 rêxistin li Sûriyeyê li gorî mercên agirbestê tevdigerin û pêwîst e ku rêxistinên dijber yên nerm dûrî herêmên DAIŞ û El-Nusrayê bisekinin û pêwendiyê wan re daneyinin.
Wezîrê rûsî eşkere kir ku dibe ku agirbesta Helebê di nava çend saetan de bê ragihandin û Neteweyên Yekbûyî dê navendeke lojîstîk damezirîne ta ku binpêkirinên agirbestê bişopîne.
Ji aliyekî din ve Lavrovî teqez kir ku DAIŞ û Nusra dê nekevin nav agirbestê û çi kesê li gorî mercên agirbesta NY tevnegere dê bibe armanc lêdanan.
Lavrovî bangî dewletên ku piştgiriyê didin dijberên tundrew jî kir û wiha got: "Di berjewndiyên gelê Sûriyeyê de bifikirin".
Wezîrê rûsî derbarê reftarên Tirkiyeyê de jî wiha axivî: "Tirkiye erda Sûriyeyê topbaran dike, herdem daxwaza avakirina herêmeke ewle û operasyonên leşkerî dike û ev tevger û kiryarên Tirkiyeyê me nîgeran dikin".
