John Allen: Tenê bi şerê leşkerî DAIŞê nayê tinekirin

John Allen: Tenê bi şerê leşkerî DAIŞê nayê tinekirin

 RojavaNews: Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, General John Allen diyar kir ku DAIŞê tenê bi şer nayê tinekirin çimkî divê reformên siyasî jî werin kirin.                         

General John Allen, ku di şerê DAIŞê de şêwirmendê Obama ye jî, ragihand ku heta niha Hevpeymaniyê kariye pêşiya tevlîbûna çekdar û endamên biyanî bo nav DAIŞê bigirin û hinek çavkaniyên wê yên darayî jî zuha bikin.

General Allen li ser rewşa niha ya Iraqê jî got, DAIŞê pişka herî zêde ya rojavayê Iraqê girtiye ji ber wê jî Bexda di bin gefê de ye û wiha axivî:

“Iraq dikare roleke mezin di şikandina DAIŞê de bilîze lê divê li kêleka şerê leşkerî reformên siyasî jî bike çimkî DAIŞ tenê bi şer nayê tinekirin.”

Nûnerê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de anî ziman ku tenê Amerîka dikare şerê DAIŞê bike. 

Li gorî wî generalê amerîkî, Hevpeymaniyê heta niha kariye hêz û şiyana DAIŞê sînordar bike ji ber ku DAIŞê êdî mîna berê nikare bilive û hêza xwe nîşan bide, bi taybet li Sûriyê ku hêzên hevpeyman navendên fermandehî û kordîneya DAIŞê şikandine.