12:55:41
Rojava News: Serokerkanê Berê yê Artêşa Tirkiyê Îlker Başbug ragihand, Îran û Tirkiye ti carî rê nadin dewleta serbixwe ya Kurdistanê were damezrandin û tekez kir, ku pêwîst e Herêma Kurdistanê pêgeha xwe biparêze, berovajî wê yekê dê zirarek mezin bibîne.
Serokerkanê Berê yê Artêşa Tirkiyê Îlker Başbug ragihand, ku Îran û Tirkiye rê nadin serxwebûna Kurdistanê.
Îlker Başbug di Konfransa Siyaseta Niştîmanîbûn û Dijatîkirina Terorê de li Zanîngeha Gazî ya li Enqerê de ragihad: “Îran û Tirkiye bi ti awayî rê nadin Kurd ji Iraqê cuda bin û dewleta serbixwe rabigihînin. Heya ku ew her du dewlet jî rêgiriyê bikin, Amerîka ti carî lampaya kesek bo serxwebûna Kurdistanê hil nake.”
Başbug bo Başûrê Kurdistanê pêşniyar kir, ku rewşa xwe ya niha biparêze û hewl bo serxwebûnê nede. Başbug di vê bareyê de got: Baştirîn rê ev e ku Herêma Kurdistanê pêgeha xwe ya niha biparêze û hewl bide xwe bihêztir bike, berovajî wê yekê dê zirarek mezin bibîne.
Serokerkanê Berê yê Artêşa Tirkiyê herwiha îdia kir, ku DAIŞ cihên di bin kontrola xwe de radestî Hêzên Pêşmerge dike. Îlker Başbug got: “DAIŞ cihekî kontrol dike li Iraqê, piştre radestî pêşmerge dike. Ev lîstikek siyasî ye, daku hemû sînorê Kurdistanê bikeve bin destê Pêşmerge û piştre amadekarî dê bê kirin bo ragihandina dewleta Kurdî bi tev sînorên wê ve.”
General Îlker Başbug derbarê êrişkirina ser bajarê Mûsilê de û kontrolkirina wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve jî got: “Di demek nêzîk de bajarê Mûsilê tê kontrolkirin û ji destê çekdarên DAIŞê derdikeve. Lê belê gelo dê heman senaryo dubare bibe? Gelo dê bajêr radetsî pêşmerge were kirin? Ew yek ji egeran e û Îran û Tirkiye jî agahdarî wê planê ne û her ji ber wê çendê jî dê bi hemû awayî kartên xwe bi kar bînin.”
Başbug destnîşan kir, ku Kurd gelek şaş in, eger li benda wê yekê bin piştî ragihandina serxwebûnê Tirkiye dê piştgîriya wan bike.
Li ser vê mijarê Başbug wiha axivî:
“Gelek şaş in eger wiha hizir bikin ku eger dewleta serbixwe ragihînin, Tirkiye dê wan biparêze. Ev yek tiştek mehal e û wê yekê ji bîr nekin, ku Ataturk di sala 1923an de di vê bareyê de gotiye, xwe nelêbînin, ev yek şaşiyek dîrokî ye, şeşiyek mezin e.”
