40 milyon kes penabere!

40 milyon kes penabere!

11:20:36

 

Rojava News: Saziya çavderiya mafê mirovan ragihand: hejmara wan kesên ku ji ber şer penaber bûne di sala 2015 an de gihişte zêditirî 40 milyon kesan, piraniya wan jî xelkê Sûriye, Iraq û Yemenê ne.

Saziya Çavdêriya Rewşa Penaberiyê, reporteke nû di derbarê hejmara penaber û koçberan de belavkir.

Saziya Çavdêriya Rewşa Penaberiyê di rapora xwe de agihand ku di sala 2015 an de 8 miylon û 600 hezar kes ji ber şer penaber bûne û bi vê yekê jî hejmara wan penaberan di sala par de tevê yên ku berî hatine tomarkirin, gihişte zêditrî 40 miylon penaberan.

Li gor wê reporta navdewletî, destpêkirina bûyerên Buhara Erebî di dawiya sala 2010 an û derketina DAIŞê bûne sedeme ku penaberî ji berê zêdetir bibe.

Ji aliyê xwe ve jî Sekreterê Giştî yê Encûmena Norwecê ya penaberan, ku îmze li ser vê reportê kiriye, daxuaykirn, ku hejmara sala par a penaberan hejmara herî bilinde di dîrokê de.