12:59:09
Rojava News: Encûmena wezîran a Belçîkayê biryara bombebarana binkeyên rêxistina tund a DAIŞê li Rojava yê Kurdistan û Sûriyê pesend kir.
Belçîka binkeyên DAIŞê yên li Rojava yê Kurdistan wê bombebaran bike
Berî naha jî balefirên şer ên Belçîkayê tenê li Kurdistana başûr û Iraqê binkeyên DAIŞê bombebaran dikir û li meha adara derbasbuyî Amerîkayê daxwaz ji Belçîkayê kir, li Rojava yê Kurdistan û Sûriyê êrîş bike ser binkeyên DAIŞê. Hikûmeta Belçîkayê jî di civîna roja înê de 13.05.2016 ew biryar pesend kir.
Li gor biryara encûmena wezîrên Belçîkayê, ji roja 01.07.2016ê û pê de balefirên şer ên F16 yên Belçîkayê binkeyên DAIŞê yên li Rojava yê Kurdistan û Sûriyê jî wê bombebaran bikin.
