12:09:46
Rojava News: Wezîrê Berevaniya Amrîka ragihand ku wan navendeke veşartî bo lêdana DAIŞê damezirandine.
Wezareta Berevaniya Emrîka ragihand ku bo rûberûbûna DAIŞê û gefên derekî navendeke veşartî damezirandine.
Wezîrê Berevaniya Amerikayê Ahston Carter di dema ku seredana wê navendê kir li wîlayeta Kolorado da xuyakirin ku ew navend di asteke bilind a ewlekariyê de ye û bo rûberûbûna gefên derekî hatiye damezirandin.
Carter da xuyakirin ku di wê navendê de sûd ji teknîka pêşketî ya peywendiyan hatiye wergirtin û tekez kir peywendî di navbera wê navendê û NASA de heye.
