Dostên Sûriyê Li Nemsayê dicivin!

Dostên Sûriyê Li Nemsayê dicivin!

12:24:42

 

Rojava News: li welatê Nemsayê bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Amerîkayî John Kerry û Wezîrê Deve yê Rûsyayê Sergî Lavrov civîna welatên ku, piştevaniya Sûriyê û alîkariya wê dikin îro li Nemsayê wê birêve biçe.

Civîna ku, li Nemsayê dest pê bike  ji welatên Endam di komara Erebî, Yekîtiya Ewropayê, herwiha Tirkiyê, Îran û Çînê pêk tê. Tê çaverêkirin ku, berdewamî û bihêzkirina agirbesta li Sûriyê, gihandina alîkariyên mirovî ji navçeyên dorpêçkirî re di civînê de werin gotûbêjkirin.

Herwiha aliyên beşdar di civîna dostên Sûriyê de,bihêvîne ku, careke din danûstandinên Cenêvê dest pê bikin û demeke ji civînan re were destnîşan kirin.

Bi sedema berdewamiya bombebarankirina rejîma Sûriyê ji sivîlan re, rêgirî li ber gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêç kirî û pirsa girtiyan danûstandinên Cenêvê hatin rawestandin.