Misr: Frok têkşikest û hemû rewiyên wê jiyana xwe ji dest dan!

Misr: Frok têkşikest û hemû rewiyên wê jiyana xwe ji dest dan!

13:09:02

 

Rojava News: Wezaret a firokevanî ya Misrê tekez kir ku ew firoke ya Misrê ew a şev a bûrî ji Parîsê ve ber Misrê ve dihat û bererbeyan sipêdeyê li ser radaran nehat dîtîn htîye têkşikandin û hemû rewiyên wê  jiyana xwe ji dest dane.

 

Berî demekê wezaret a firokevanî ya Misrê ragehand ku hemû swarvan ên firoke ya windabû ya Misrê can ên xwe ji dest dane ji encam a têkşikandi a wê firokeye li ser Derya ya Navîn li asman ê Misrê.

 

Kompanya ya Firokevanî ya Misrê, evro sipêdyê ragehandibû: firokeyek wê ku 66 swarvanan hilgitibû li ser perde yên radar winda bûye di dema gehiştîye nav asman ê Misrê de.

 

Ev firoke ya misrê ji Parîsê ve ber bi Misrê ve dihat demjmêr 00:45 bi dem a Giriniç û biryar bû demjmêr 01:45 bigehe Misrê, lê negehişt û bereber ê sipêdeyê li ser perde yên radarê winda bûye.

 

Herweha Royterz belav kir ku ew firoke li bilindahî ya 37 hezar pîyan bûye û piştî ku bi 10 mîlan hatîye nav asmanê Misrê li ser Derya ya Navîn winda bûye û tîm ên firyakevtin û rizgarkirinê niha hewl didin firokeyê vebînin. Lê dû re wezaret a firokevanî ya Misrê têkşikandin wê firokeyê ragehand.