Wezîrê karên derve yê Qeter: divê komelên opozsiyonê bibin yek

Wezîrê karên derve yê Qeter: divê komelên opozsiyonê bibin yek

12:25:53

 

Rojava News: Wezîrê karê derve yê Qeter "Muhemmed bin Ebdulrahman Al Tanî" ji komelên opozsiyona Sûriya xwest ku bibin yek, û tekez kir: "kirîza mirovahî li Sûriya bi dawî nayê ji bilî neçar kirina Beşar El-Esed bi pêk anîna biryarên Cinêv 1."

 

Wezîrê navborî di peyva xwe de ya dest pê kirina fourma Doha ya 16mîn, şeva borî şemiyê got: "gellê Sûriya hêjayê ku serokatiyek yekgirtî ji komelên opozsiyona wan re hebe, dûrî perjewendiyên teng,…., parçebûna wan tu sîstemên polîtîk û demokrat ji wan re ava nake."

 

Herweha wezîr amaje kir ku çareseriya dawî li Sûriya niha bi rêveberiya navwelatî ve girêdayî ye, ta biryarên encûmena ewlehiyê pêkbînin, û gotûbej karê xwe di çareserkirina kirîza Sûriya de bikin."