12:32:15
Rojava News. Wezareta berevaniya Amerîkayê Pentagonê piştrast kir, ku serokê Tevgera tund a Talîbanê li Efganîstanê hatiye kuştin.
Li gor berpirsên paydar ên Amerîkayê Mela Exter Mihemed Mensûr li navçeyeke dûr ê Pakistanê li ser sînorê Efganîstanê hatiye kuştin.
Li gor ragehandina Pentagonê, Mela Exter Mihemed Mensûr li navçeyeke ser sînorê welatê xwe li gel çend çekdarên din di nav vesayîtekê de bûye û balefirên şer ên Amerîkayê bombebaran kiriye û li wê derê hatiye kuştin.
Mela Exter Mensûr piştî kuştina serokê berê yê Talîbanê Mela Mihemed Omer bû serokê Tevgera Talîbanê.
