Nemsa: Li beranber penaberan tedbîrên nû digre!

Nemsa: Li beranber penaberan tedbîrên nû digre!

Rojava News: Nemsa bêhtir polîs û karmendê gumrikê dişîne ser deriyê xwe yê sînorê li gel Îtalyayê.

 

Wezîrê Navxweyî yê Nemsayê, Wolfgang Sobotka roja Yekşemê ragihand ku ew dê 80 polîs û karmendên sivîl li derîyê sînorî yê Brenner erkdar bike.

 

Deriyê Brenner li derbasgeheke sirûştî ya li Çiyayên Alpê ye ku ji Îtalyayê tê re heftane bi sedan koçberên tomarnekirî derbasî Nemsa û welatên din yên navend û bakurê Ewrûpayê dibin.

 

Ji rûxîna serkirdeyê berê yê Lîbyayê Mûemmer Qeddafî sala 2011ê ve hejmara koçber û penaberên ji Efrîqaya Jêr Sehra bi ser Lîbyayê re berê xwe didin Ewrûpayê zêde bûye.

 

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê, êrişên rêxistina DAIŞê li Iraqê û belavbûna şer weke diyardeyeke navçeyî hejmara penaber û koçberên ji Rojhilata Navîn jî gihîşte milyonan û ev yek bû sedema nîqaşên azadiya geşt û hatûçoyê li Yekîtiya Ewrûpayê ku di encamê de endamên wê dest bi kontrolên sînorî kir.