118 rojnamevanî jiyana xwe ji dest da

118 rojnamevanî jiyana xwe ji dest da

Rojava News: FIJ'ê ragihand ku di sala 2014'an de 118 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane.

Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (FIJ) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di sala 2014'an de 188 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zêdebûnek cihê xemgîniyê" û diyar kir ku rêjeya mirina rojnamevanan li gorî sala 2013'an ji sedî 10 zêde bûye.


Federasyonê da xuyakirin, ku ji ber tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê ji bo karê çapemeniyê nehatine wergirtin hejmara mirina rojnamevanan zêde bûye û banga "bila karê we yê pêşhatî parastina rojnamevanan be" li hikûmetan kir.

Federasyonê destnîşan kir ku Sûriye û Pakîstan ji bo rojnamevanan welatên herî xetere ne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di asla 2014'an de li Pakîstanê 14, li Sûriyeyê jî 12 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Federasyonê diyar kir ku 17 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê di qezayên kar an jî karesatên xwezayî de jiyana xwe ji dest dane.