Amerîka di operasyona Raqqayê de Rûsyayê naxwazî!

Amerîka di operasyona Raqqayê de Rûsyayê naxwazî!

09:25:16

Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Mark Toner diyar kir ku welatê wî naxwaze Rûsya beşdarî operasyona Reqqayê bibe.

 

Toner, di brifînga rojane ya Sêşemê de got: "Em bawer in bi piştgiriya me Hêzên Sûriya Demokratîk, di çarçoveya hevpeymaniyê de, dikarin bi awayekî karîger zextê li ser Reqqayê çêkin."

 

Li gorî ajansa Rûs a nûçeyan (TASS) Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk roja Sêşemê ragihand ku "Operasyona Bakurê Reqqayê" destpê kiriye, li Taşkenta paytextê Uzbekistanê ji rojnamevanan re wiha gotibû: "Derfeta hevkariyeke navbera Hêzên Asmanî yên Rûs û firokeyên Hevpeymaniya dijî DAIŞê rexisiye. Em bawer in divê em pêkve piştgirî bidin hêzên Komara Ereb a Sûriyê û helbet baskê çekdar ê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd."

 

Li gorî rûnivîsa birîfingê ku li ser malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê hatî weşandin, berdevk Toner derbarê pêşniyara Lavrov de got: "Tişta em ji Rûsyayê dixwazin ew e ku agirbesta me danî biparêze."

 

Bi pêşengiya Rûsya û Amerîkayê, dawîna meha Sibatê agirbestek di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û yên dijbereyê de hatibû ragihandin.

 

Toner herwiha piştgiriya welatê xwe li hêzên pêşeng-Kurd dubare kir û got: "Em dê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re heta ew deathilata DAIŞê li Reqqayê bixeniqînin berdewam kar bikin."